Mekan, li aliyek va xwe bi hafizayê re girê dide. Têkiliya Mekan-Hafizayê dişibe wek du şîrikên peyama hetahetayî dane hevûdin. Her du şîrik bi du pergalî xwe bi ser hevûdin da xurt û kûr dikin. Wateyan bexşî hev dikin. Di helbesta Mizgîn Ronakê da mekanên çargoşeyî an sînor lêhatiye dayîn em nabînin. Cihê ku hafiza û mekan rastî hev hatiye -pêşî mekan pişt re hafiza- encama reaksiyon/berteka wê “dervaye”. Mekanek bi darê zorê/zordestî û li hemberî wê jiyanek bi nebirberçav/soyut û bi derva re hatiye honandin.
Bo nivîskar mekanên nebiberçav bo xwîneran biberçav dibin. Em demsela biharê wek mekanek bihêsibinin ew ê di cî dabe, destpêk û dawiya wî tê zanîn, yan jî çiyayên ku dane pişta hevûdin mekanek dide destê me. Mekan bi sînoran tê diyarkirin; çol mekanekê okyanus jî. Lê hin mekan henin ku bo sînorên wan were derbaskirin temen li ber xwe nade, têr nake. Wek dinya û alemên ku li fezayê hebûna xwe dane îspatkirin. Mekanên hafizayê bibîrxistinê ava nabe, tiştên ku ji wir derdikeve û xwe diafîrine dibe mekanên hafizayê. Ronak hafizaya helbestan li girtigehê ava kiriye, li wir îmge û metafor hatine astek û şiklê xwe daye xuyakirin. Wê gavê mekanek heye di dest da. Şop û rêçên ev mekanê ku sembola zordest û serdestan bo me hêma dike di hiş û dilê helbestkar da di bêjingek zêrî da hilûhor bûye û niqutiye ser peyvan.
Bo vî bi destnîşanek sloganî an qêrînek ziwa nehatiye hêmakirin. Bi zanayî xwe dûr xistiye ji sembolên girtîgehê, ev jî ji me re qala şerê nivîskar bi çi awayî daye û dide radixe ber me. Li ser kul û kesera xwe bi sembolên zordestan va girê nedaye, girêkan neavêtiye. Di navbera serdest û hezkiriyên azadiyê da şerê ku tê kirin ji sebrê behtir, li ser linga mayîn û bi hêza hişek ji xwe bawer li hemberî serdestan bi qeys û qerar tê seknandin. Di berhemê da mekan hem veşartiye hem jî şa’r pişta xwe ziviriye, red kiriye, ji erê behtir na’ya wê tê xwendin. Zêde neketiye nav mekanê her tim bi derva re gotûbêj kiriye.
Helbestên Mizgîn Ronakê bi navê “Kirasê Heyvê”[1] wek pirtûk hat weşandin. Berhem ji çar beşan pêk hatiye. Her beş bi giraniya xwe û bi hêjmera helbestên xwe dikare bibe pirtûkek e. Beşa ewil bi navê “Ewran çavên me dizîn” ji me re dibê merheba. Di vê beşa da xwîner sed û sî û neh helbestan dixweyne. Helbestên vê beşê bi formên xwe kin in û li aliyê din maneyên ku li ser risteyan hatiye weşandin wek çemên dirêj kêlî bi kêlî diherike. Helbestên beşa ewil hem bi forma xwe hem jî wateya xwe bi hevra hatine girêdan û ahenga risteyan valahiya wateyê heta ku em bêjin navbera wan kin kiriye. Vêga ji helbestên cuda çend risteyan em bixweynin; “Cam şikestî ne/qey bi şev agirê me derket”[camşikestî r.45], “Stêrk û darên wê jî/nabêjim neçe lê ji ber paceyê ranebe”[Havîna dilfirtone r.47], “Heyvê paceya xwe girt/perdeya ji ewran kişand ser rûyê me”[perdeya ewran r.21]. Risteyên ku me xwend peyvên: cam, pace û perde bi giştî xwe temam kiriye lê her peyv îmgeyek dide destê me. Pace ji hindir bo nêrîna derva pêwîst e, ji goşeyek teng bi ber qadek berfireh va vedibe. Şaîr ji cihek teng bi ber jor va bi qadek berfireh diaxive, xeyal dike. Peyva perde û bikaranîna wê veşartina hindir e, şaîr bi metafora perdeyê veşartina hindir îhmal/xemsariyê nekiriye. Cam jî li aliyek parastinek kêm-nexurt dide pêşiya me. Îmgeyên “Kirasê Heyvê” dişibe avahiyek, hemû bi hev ra girêdayîne lê her perçe bi tena serê xwe xweser e.
Li gor têgeha Foucault “mekana hindir” û “mekana derva” heye. “Cihê wî yê derva” diyardeyeke heterojen e, em tê de dijîn, me dikişîne dervaya xwe, dema niha û derbasbûyî da tê hilweşandin, traş dike û kêm dike. Teswîrên Foucaultê li ser mekan, der barê windabûna mekanên helbestî de îşaretan dide me. Ev îşaret bal dikşîne ser mekanên ontolojîk, dema borî û niha da erozyon pêkte, hêjabûna ferd tê şe kirin, helbestkar di mekanên modern da tîrbûnek kêm, bi dema niha re xwe nikare bigire û ev jî sedemek derdixe meydanê, pêşerojek ne diyarî dide destê me.
Helbestkar di berhemên xwe da neketiye kontrola mekanê, lê bandora mekan li ser berhemên xwe bi tarzek veşartî dide nîşan. Ger bi destê şaîr mekanîzmayek kontrolî li ser mekan bihatina avakirin mirina berheman ew ê bi wext re rû bida. Mekan û wext dem bi demê re xwe fireh dike û bandora xwe bi hişek dervayî va tije dike. Her tim di hişê min da, belkî ji meraqê be, di helbestan da risteyên dubare meriv têxe kû? An bi kîjan şêwazê were nirxandin? Bersiva ev pirsan di pirtûka Ronak da xwe daye pêş. Berhemê da gelek helbestan da risteyên dubarekirî em dixweynin. Bersiva yekem, bo gelek kesan, bêşik bo ahenga herikbariyê tê bikaranîn. Bersiva duyem li gor kesan cur bi cur e. Em her roj kêm zêde tiştên ku bo jiyan bidome karên dubare dikin. Wek serê sibehan rabûn, xwarin û vexwarin, meş, kar û xebat, bi dost û hevalan re suhbet û hwd. Lê hin jiyan henin ji serî heta binî dîsîplînê û kedek daxwaz dike, ev daxwaz pirî caran li hemberî hiş va xwe tevdigire. Bo selameta derûniyê û hiş ev dîsîplîn wek nan û av e. Ji xeynî wî dubare kirin pênasekirin/balkêşandine jî dixe bîr. Helbestkar di risteyên xwe da bikaranîna risteyên “dubare” ne; jiyana ku li pişt deriyan domandiye bandora wî meriv nikare piştguh bike. Sî sal bênavber di nav mekanek sînorkirî da jiyanek bi dîsîplîn jiyan hatiye domandin. Gavên diyarkirî pratîkên/hareketên sînorkirî û kêm-zêde dubarekirina rojane li ser form û dengê helbestan jî ew ê xwe bide hîskirin. Ev pergal jî dibin hiş da “dubare”yê ava dike, encama vî jî zêdebûna risteyên dubare derxistiye meydane.
Helbestan da kirde dervaye. Kirde li xwezaye, dixwaze li wir be û jê naqete. Dilê dayikê ye, li ser ax e, di nav ewran daye… Nebiberçave/soyute heta ku neketî be ser rûpelan. Ev jî me dibe helbesta pastoral, em nikarin bêjin esmanek rengo rengo li benda me ye, ton ên gewr hikma xwe hê di destpêke da daye hîskirin. Meriv ji çi kêm be ji vir birîndare… Kî zane belkî nivîsandin bo hiş û dilê kirde wek dermanê, ji bo vegera hindir mifteyekê. Ew ê nivîs bidome…
Binêre:
[1] Kirasê Heyvê/Mizgîn Ronak/Weşanxaneya Aram/2023
Bu yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.